Sêşem, 15 Tîrmehê
Şivantiyê pezên min bike (Yûhn. 21:16).
Petrûs şîret da rûspiya, ku şivantiyê keriyê pezê Xwedê bikin (1 Petrûs 5:1-4). Em zanin ku rûspî xûşk-bira hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Lê cara şixulê rûspiya usa zef e û ewana haqas diwestin, ku difikirin wekî nikarin wê cabdariya xwe bînin sêrî. Rûspî dikarin çi bikin? Ewana dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Petrûs nivîsî: “Heger yek xizmetkariyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê” (1 Petrûs 4:11). Hemikî problêmên xûşk-birên me vê dinyayêda wê bi temamî neyêne safîkirinê. Lê bîr nekin, ku “Serekşivan”, dêmek Îsa, ji her kesî çêtir dikare alî wan bike. Ew çawa niha, usa dinya tezeda dikare vê yekê bike. Xwedê dixwaze wekî rûspî xûşk-bira hez bikin, şivantiya wan bikin û bona wan bibine mesela baş. w23.09 29-30 ¶13-14
Çarşem, 16 Tîrmehê
Xudan zane ku şêwirên serwaxta pûç in (1 Korn. 3:20).
Hergê em destpêkin mîna merivên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibeke em pişta xwe bidine Yehowa û qanûnên wî (1 Korintî 3:19). “Serwaxtiya vê dinyayê” gelek car xwestinên bedenê pêşda tîne. Hine xizmetkarên Xwedê ji Pergama û Tiyatîrayê, ketin ber bayê kesên pûtparist û bênamûs. Îsa şîret da herdu civata, çimkî wana dihîşt wekî nav wanda bênamûsî hebe (Eyantî 2:14, 20). Îro nihêrandina vê dinyayê dikare ser me jî hukum ke. Dibeke nasên me û merivên me mera dibêjin, ku qanûnên Yehowa gelek sert in, lema jî ne lazim e wan qanûna xwey kin. Gelek car ewana dibêjin, ku eseyî nîne qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê xwey kin û meriv gerekê li gora xwestina dilê xwe bijî. Cara dibeke em bifikirin, wekî rêberiya ku Yehowa dide me, bi temamî zelal nîne. Dibeke em bêne cêribandinê, ku “ji nivîsarê” derkevin (1 Korintî 4:6). w23.07 16 ¶10-11
Pêşem, 17 Tîrmehê
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Meryemê diya Îsara, qewat lazim bû. Ew hê mêrkirî nîbû, lê melekê Xwedê, Cibrayîl, jêra got ku ewê hemle derkeve. De bidine hesabê xwe, ku jêra çiqas çetin bû. Rast e Meryem qe zar mezin nekiribû, lê ewê gerekê bona kurekî xem kira, kîjan ku wê bibûya Mesîh. Xêncî vê yekê, Meryem bikir bû, û ewê gerekê dergîstiyê xwe, Ûsivra bigota, ku zar wê jêra bê bûyînê. Ev yek bi rastî jî hêsa nîbû (Lûqa 1:26-33). Gelo Meryemê ji kê qewat stand? Ewê ji kesên din alîkarî stand. Mesele, ewê bona vê cabdariyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Paşî wedekî kin, ew çû deşta çiyayê Cihûdayê, seva ku meriva xwe, Êlîzabêtê bivîne. Êlîzabêtê payê Meryemê da û ji bîna ber Yehowa, derheqa axiriya kurê wêye nebûyî, pêxembertîke xweş got (Lûqa 1:39-45). Meryemê got, ku Yehowa “qewata destê xwe” jêra da kifşê (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi saya Cibrayîl melek û Êlîzabêtê, Meryemê qewî kir. w23.10 14-15 ¶10-12